* * *

Gönderen Konu: Dersên Kurdî - Kürtçe eğitim  (Okunma sayısı 3658 defa)

Çevrimdışı hamzali

  • hamzali
  • Grup YöNetiCi
  • UzMaN üye
  • *****
  • Üye Puanl +8/-3
  • Ayıpsız dost arayan, dostsuz kalır. **MEVLANA**
Ynt: Dersên Kurdî - Kürtçe eğitim
« Yanıtla #30 : 27 Şubat 2009, 00:03:09 »
Dersên Kurdî - Kürtçe Dersler - 32


Eger,
- Eger ez cardin biçim welat, ezê pincarên biharê bidim hişk kirin û bînim. Kê wan pincaran bixwe, tucar nexweş nakeve. Lê gava tu biçî, tuyê çi bikî? Çi bînî?
- Heke rojekê nesîbê min be û ez bikanim biçim!... Ezê axa welat bînim, ax!... Wekî giyanpak Nûrî Dêrsimî bi balgiya xwe ve bidûrim û bidim bin serê xwe.
- Wele min kiriye serê xwe, heke xwediyê kar bo şeş hefteyan îzin bide min, ezê biçim.
- Law bes e!... Bes eee!.... Eger hebe, eger bide, eger bibe!.... Eger, eger!... heke, eke! Bese lo!...
- Ma em çi bikin! Bê daxwazî û hêvî nabe, divê mirov bi hêvî be, Mirov nikane bê hêvî bijî.
- Wê çaxê de were, em dest pê bikin: Xwezila ez niha li ser kaniya zozanê me bama, min agirê darê mazî dabida, kivkarikê kinkorê berev bikira, li ser wî agirî kewa bikira û têra dilê xwe bixwara.
- Bila welatê min rizgar be, qe jî ez bimirim.
- Lo lo, bila ew neyê, qe jî kar bi tevhevî li ser min bimîne.
- Gerekê li pey şîv xwarinê bi rê biketana.
- Divyabû ew bi şev têketana meterîsê, hetanî sibê têde bimana.

balgî/ balif : yastık
ax / xwelî : toprak
giyanpak : şehit / rahmetli / ruhu nurlu
xwedî : sahip
xwediyê kar : iş sahibi
Lawo bes e! : Yeter yaho!(ulan)
eger/ heke/ eke/ ger : eğer şayet
hêvî : umut /ümit
daxwazî : istem / talep
xwezil : ne mutlu, keşke
xwezila : keşke
mazî : meşe ağacı, araba mili
agirê darê mazî : mêşe ağacı ateşî
kivkarik /kakulilk : mantar
kinkor : geniş yapraklı bir çeşit ot.
kivkarikê kinkorê : kinkor mantarı.
berevkirin : toplamak
kewa : közleme
kewakirin : közlemek
kewaw /kebab : közlenen
kift : sıkı, sıkılmış
kifte : köfte (sıkılmış sözcüğünden geliyor)
rizgar bûn : kurtulmak
rizgarî : kurtuluş
bila : hiç değilse, ah bir olsa, hiç de
qe /qet : hiç
qe jî / qet jî : hiç de
tevhev : tüm, tamam
tevhevî : tamamı
şîv : akşam yemeği
meteris : siper.
sî : gölge
per : kanat, telek

Anlaşılması için lütfen konunun kısa cümleler halindeki tercümelerini dikkatli inceleyin.

Eger ez cardin biçim welat, : Eğer bir daha ülkeye gidersem!
Ezê pincar bidim hişk kirin û bînim. : Pancar kuruturacagim ve getireceğim
Kê wan pincaran bixwe, nexweş nakeve. : Kim o pancarlari yerse, hasta olmaz
Lê gava tu biçî, tuyê çi bikî? Çi bînî? : Şayet sen gidersen, ne yaparsın, ne getirirsin?
Heke rojekê nesîbê min be? : Şayet bir gün naspm olursa?
Ez bikanim biçim!... : Ben gidebilsem!..
Ezê axa welat bînim, ax!... : Ülkenin toprağını getireceğim! Toprak!
Wekî giyanpak Nûrî Dêrsimî bi balgiya xwe ve bidûrim û bidim bin serê xwe. = Rahmetli Nurî Dersimi gibi yastığıma dikip başımın altına koyacağım.
Heke xwediyê kar bo şeş hefteyan îzin bide min! = Eğer iş sahibi bana altı hafta için izin verirse!
Law bes e!... Bes eee!.... : Yeter yahu, yeter!
Eger hebe, eger bide, eger bibe!.... : Şayet olursa! Eğer verirse! Eğer olursa!
Ma em çi bikin! Bê daxwazî û hêvî nabe! : Ne yapalım, istem ve umut olmadan, olmaz.
Divê mirov bi hêvî be! : Insan umutlu olmalı
Mirov nikane bê hêvî bijî. : Insan umutsuz yaşayamaz!
Wê çaxê de were, em dest pê bikin! : O zaman gel başlayalım.
Xwezila ez niha li ser kaniya zozanê me bama! : = Keşke şimdi yaylamızın çeşmesinin başında olaydım.
Min agirê darê mazî dabida! : Mêşe ağaçlarından ateş yaksaydım.
Min kivkarikê kinkorê berevbikira! : Kinkor mantarlarini toplasaydım.
Min ew li ser wî agirî kewabikira! : Onları ateşin üstünde közleseydim.
Min têra dilê xwe bixwara! : Doyuncaya kadar yeseydim!
têra dilê xwe : gönlüme uygun, gönlümce
Bila welatê min rizgar be, qe jî ez bimirim. : Ülkem kurtulsun da, ben öleyim.
Bila ew neyê, qe jî kar li ser min bimîne. : O gelmesin, hiç de iş üstümde kalsın!
Gereke li pey şîv xwarinê bi rê biketana. :Akşam yemeğinden sonra yola çıkmaları gerekirdi.
Diviyabû ew bi şev têketana meterîsê! : Akşam sipere girmeleri gerekirdi!
Haksızlık önünde eğilmeyiniz. Çünkü haksızlıkla beraber şerefinizi de kaybedersiniz.
HZ. ALİ(R.A)

www.Aradigim.net

Ynt: Dersên Kurdî - Kürtçe eğitim
« Yanıtla #30 : 27 Şubat 2009, 00:03:09 »

Çevrimdışı hamzali

  • hamzali
  • Grup YöNetiCi
  • UzMaN üye
  • *****
  • Üye Puanl +8/-3
  • Ayıpsız dost arayan, dostsuz kalır. **MEVLANA**
Ynt: Dersên Kurdî - Kürtçe eğitim
« Yanıtla #31 : 27 Şubat 2009, 00:04:21 »
Dersên Kurdî - Kürtçe Dersler - 33


Rêziman


Rawe : kîp

Daha önce de söylemiştik, Türkçe de birçok form son ekler yardımıyla yapılır. Kiplerin yapımı Kürtçe de farklıdır. Yardımcı sözcükler ve ön takı yardımıyla yapılır.

Örnek : istek kipi
Ez rabim, biçim malê. : Ben kalkıp eve gideyim.
Ez biçim malê? : Eve gideyim mi?
Ez bixwînim : okuyayım

Erênî: Ez bixwînim Ben okuyayım
Tu bixwînî Sen okuyasın
Ew bixwîne O okuya
Em bixwînin. Biz okuyalım
Hûn bixwînin Siz okuyasınız.
Ew bixwînin. Onlar okuyalar.

Nerênî: Ez nexwînim. Ben okumayayım.
Tu nexwînî. Sen okumayasın.
Ew nexwîne. O okumaya.
Em nexwînin Biz okumayalım.
Hûn nexwînin. Siz okumayasınız.
Ew nexwînin. Onlar okumayalar.

Geçmiş zaman (sanal):
Örnek:
Ez biçûma, baş dibû. = Gitseydim, iyi olurdu.
Min bixwenda, çi derdê min hebû = Okusaydım, ne derdim olurdu.
Roja rizgariyê bihata! = kurtuluş günü gelseydi.
Têper = geçişli erênî:
Min bixwenda Okusaydım.
Te bixwenda Okusaydın
Wî bixwenda O (eril) okusaydı
Wê bixwenda O (dişil) okusaydı
Me bixwenda Okusaydık
Wan bixwenda Okusaydılar

nerênî:
Min nexwenda: Ben okumasaydım
Te nexwenda:

Têneper = geçişsiz

erênî:
Ez bihatama Ben gelseydim.
Tu bihatayî
Ew bihata
Em bihatana
Hûn bihatana
Ew bihatana

nerênî:

Ez nehatama: Ben gelmeseydim.
Yukardakı çekimlerin önüne “heke, eger, eke, ku” sözcükleri getirildiği zaman bu istek kipleri şart kipi özelliğini alır. Not: “heke, egere, eke, ger” sözcükleri aynı anlamdadırlar. Bunlardan herhangi biri kullanıldığında, anlaşılır.

Heke ez biçim! = gidersem
Ku ez bijîm = yaşarsam
Eger ez bêm! = gelirsem

Halk dilinde

Eger ez werim = gelirsem (eğer gelirsem)
Heke ez bijîm = yaşarsam
Heke ez bêjim = söylersem.

erênî:

Eger ez bijîm Eger ez bêjim (bibêjim).
Eger tu bijî Eger tu bêjî.
Eger ew bijî (bije) Eger ew bêje.
Eger em bijîn. Eger em bêjin.
Eger hûn bijîn. Eger hûn bêjin.
Eger ew bijîn. Eger ew bêjin.

nerênî

Eger ez nejîm. = yaşamazsam
ku ez nejîm.
Eger ez nebêjim. = söylemezsem
Ku ez nebêjim

Ayrıca yukarıdaki geniş zaman formu yanında, aşağıdaki gibi şimdiki zaman formu da kullanılmaktadır. Siz de bu şimdiki zamanı çekiniz.

erênî:

Eger ez dijîm. = Yaşıyorsam.
Eger ez dibêjim. = Söylüyorsam.
Ku ez dijîm. = Yaşıyorsam.

Nerênî:

Eger ez najîm. = Yaşamıyorsam.
Ku ez najîm.
Eger ez nabêjim. = Söylemiyorsam.
Ku ez nabêjim.

Dema boriya têdayî = Dili geçmiş zaman

Anlaşılması için önce cümle içinde birkaç örnek verelim.

Têneper = geçişsiz

Eger ez hatim, ezê du gotina bêjim. = Geldiysem, iki söz söylerim.
Ku tu ketî, tu kes alîkari nake. = Düştüysen, kimse yardım etmez.
Heke ew çû, ewê tiştek bibêje. = O gittiyse, bir şeyler söyler.

erênî: nerênî:
Eger ez hatim. Eger ez nehatim. (gelmediysem)
Eger tu hatî. Eger tu nehatî.
Eger ew hat. Eger ew nehat.
Eger em hatin. Eger em nehatin.
Eger hûn hatin. Eger hûn nehatin.
Eger ew hatin. Eger ew nehatin.
Haksızlık önünde eğilmeyiniz. Çünkü haksızlıkla beraber şerefinizi de kaybedersiniz.
HZ. ALİ(R.A)

www.Aradigim.net

Ynt: Dersên Kurdî - Kürtçe eğitim
« Yanıtla #31 : 27 Şubat 2009, 00:04:21 »

Çevrimdışı hamzali

  • hamzali
  • Grup YöNetiCi
  • UzMaN üye
  • *****
  • Üye Puanl +8/-3
  • Ayıpsız dost arayan, dostsuz kalır. **MEVLANA**
Ynt: Dersên Kurdî - Kürtçe eğitim
« Yanıtla #32 : 27 Şubat 2009, 00:11:24 »
Dersên Kurdî - Kürtçe Dersler - 34


Sal û Saet

Temenê mirovan ne pir dirêj e. Mirov zaroktiya xwe piçek dijî, li pey hew dibîne ku di nav çend salan de mezin bûye. Sal jî ne dirêj e, ne wisa? Tenê çar demsalên wê hene. Mirov dikane bibêje dazdeh meh, yan jî pêncî û du hefte ye. Bi zimanekî din sêsed û şêst û pênc roj û nîv e. Hejmar çiqas zêde dibe dem jî ewqas kurt dibe. Salekî bi tevhevî li dora 8772 saetan e.

Zinar -Tu çima dîsa serê me bi tiştên vala dêşînî?

Sercan - Na lo! Ez serê te naêşînim, tenê rastiyê dibêjim.

Z - Ma rastî bi te maye?
S - Ca wan pirsên dîno mîno cîh bihêle, tu dikanî navê herçar demsalan bêjî.
Z - Belê, bihar, havîn, payîz, zivistan.
S - Belê, belê, li biharê kulîlk vedibin, havînê hewa germ e, payîz bêndera mêweyan e, zivistan jî kirasê ji berfê li xwe dike.
Z - Oho hoo! Li Sercanê romantîk binêrin!
S - Henekan cîh bihêle, tu dikanî navê mehan bêjî?
Z - Di wî de çi heye! Aha ji te re: “Rêbendan, reşemî, adar, avrêl, gulan, pûşper, tîrmeh, tebax, rezber, cotmeh, mijdar, berfenbar.
S - Ma navê cotmehê ne kewçêr e?
Z - Welle ez nizanim! Min kew neçêrandiye! Eger tu wilo bibêjî, ezê jî ji te re şivanê kewan, ango kewçêrvan bibêjim.
S - De qeşmeriyê cîh bihêle, hinek wilo dibêjin, ji mijdarê re jî “sermawez” dibêjin!
Z - Hevalê delal tu jî me nekî rewşa zimanzanan, em wiha xweş dibînin.
S - Tu rojên hefteyê jî dizanî
Z - Ha ha! Ma ez wekî te nezan im?
Rojên hefteyê heft in, carna bi êş, keft û left in.
Duşemî destpêka karê heftê ye, vê rojê kar giran e, çav li êvarê ye.
Sêşemî roja bêdeng e û hima li pey duşemî ye.
Çarşemî li navenda heftê şaş û lal maye.
Pêncşem dawiya rojên bi hejmar e.
Inî bi serê xwe ye, nizanim çima nebûye şeşşemî.
şemî destpêk e, yekşemî roja betlanê ye.
S - Bi rastî tu jîr î ha! Tewlo dolo!
Z - Ma tu henekê xwe bi min dikî? Tu mêr î tu jî danên rojê bibêjî.
S - Berê berbang, li pey beyanî, bi parîkî nanî, navê wê dibe xwirînî,
Li pey taştê tê nava rojê tê, navê xwarina wê firavîn e, ev tev li danê sibê ne.
Danê êvarê destpê dike bi esra biyanî, li pey wê êvar e dayîkê şîv danî.
Tarî dikeve erdê, dibe şev, navê xwarina şevê paşîv
Ev jî danê şevê ye, de têke tûr, heqîb.
Z - Ha ha ha! Zikbirçî, çavên te tenê li xwarinê ye.
S - Ez westiyam, êdî bes e!
Z - De bes e, bes e!

sal : yıl
saet : saat
temen : ömür, yaş
zarokatî /zaroktî : çocukluk
di nav çend salan de : bir kaç yıl içinde
demsal / werz : mevsim
dazdeh / diwazdeh : 12
meh : ay (on iki ay)
pêncî û du : 52
sêsed û şêst û pênc û nîv : 365,5
nîv : yarım
hejmar : sayı
kurt / kin : kısa
heşthezar û hevsed û heftê û du: 8772
pirs : soru
dîno mîno : delî melî
cîh hîştin : bırakmak, geride bırakmak
li cih hiştin : yerinde bırakmak, terk etmek
bihar : ilkbahar, (cemreli, yaşam sıcaklığı)
havîn : yaz mevsimi
payîz : sonbahar
zivistan : kış
kulîlk : çiçek
vebûn : açılmak
bênder / bêder : harman
kiras : iç çamaşır, fistan
berf : kar (kışın kar yağar)
li xwe kirin : giyinmek
rêbendan /çile : ocak ayı
reşemî / sibat : şubat
adar : mart
avrêl / nisan : nisan
gulan : mayıs ayı
pûşper / heziran : haziran
tîrmeh : temmuz
tebax / gelavêj : ağustos
rezber /ilon : eylül
cotmeh /kewçêr : ekim ayı
mijdar / sermawez : kasım
berfembar /kanûn : aralık
kew : keklik
çêrandin : otlatmak
ziman : dil, lisan
zimanzan : dilbilimci
keft û left : zorlu zahmetli, müsademe
duşemî : pazartesi
sêşemî : salı
çarşemî : çarşamba
pêncşemî : perşembe
în : cuma
şemî : cumartesî
yekşemî /bazar : pazar
Haksızlık önünde eğilmeyiniz. Çünkü haksızlıkla beraber şerefinizi de kaybedersiniz.
HZ. ALİ(R.A)

Çevrimdışı hamzali

  • hamzali
  • Grup YöNetiCi
  • UzMaN üye
  • *****
  • Üye Puanl +8/-3
  • Ayıpsız dost arayan, dostsuz kalır. **MEVLANA**
Ynt: Dersên Kurdî - Kürtçe eğitim
« Yanıtla #33 : 27 Şubat 2009, 00:12:22 »
Dersên Kurdî - Kürtçe Dersler - 35


yekşemî /bazar : pazar

şeş : 6
şaş : yanlış, şaşırış
jîr : akıllı, çalışkan
betlane : tatil
destpêk : başlangıç
dan : vardiye, günün üçtebiri
danê sibê : öğleden önce
danê êvarê : öğleden sonra
danê şevê : gece vardiyesi
berbang : şafak
beyanî : sabahın ilk saatleri
parî : biraz, bir ısırım, azıcık
xurni : sabahın ilk saatinde, yenen sigara altı.
taştê : sabah yemeği
nava rojê : gün ortası
fravîn / navroj : öğle yemeği
esir / berêvar : ikindi vakti
biyani : yabanci, el
şîv : akşam yemeği
berşiv : ikindi yemeği
paşiv : imsak
heqib : heybe
birçî : aç
zikbirçî : aç, aç karınlı
rojbûn : doğumdünü
çend salî : kaç yaşında
Şu soruların cevabını ver
Mînak:

Tu çend salî yî? Ez 55 (pêncî û pênc) salî me.
Tu çend salî yî? __________________________
Tu di kijan demsalê de hatî dinê? __________________________
Tu di kijan mehê de hatî dinê? __________________________
Navê fala te ya stêrkan çi ye? __________________________
Navê mehên biharê çi ne? __________________________
Newroz di kîjan mehê de ye? __________________________
Serêsalê bi kîjan mehê dest pê dike? __________________________

Navê meha dawiya salê çi ye? __________________________
Navê mehên havînê çi ne? __________________________
Navê mehên payîzê çi ne? __________________________
Roja herî dirêj di kîjan mehê de ye? __________________________
Di kîjan mehan de şev û roj dibin yek? __________________________
Navê kewçêr ê yê din çi ye? __________________________
Navê heziranê çi ye? __________________________
Navê sibatê çi ye? __________________________
Demsala herî germ kîjan e? __________________________
Demsala herî sar kîjan e? __________________________
Demsala mêwe û pelweşînê kîjan e? __________________________
Kulîlk di kîjan demsalê de vedibin? __________________________
Hefteke çend roj in? __________________________
Çend danê rojê hene? __________________________
Önce şu cümleleri okuyun, sonra da aşağıdaki soruları cevaplayın.
Roja duşemiyê dibistan vedibe. Sêşemî roja li dû duşemiyê ye. Roja çarşemiyê navenda hefteyê ye. Çawa li pey 4 hima 5 tê, pêncşemî jî li pey çarşemiyê tê.

Roja îniyê ders diqede. Şemî roja betlanê ye. Yekşemî jî betlane ye û roja li pêş duşemiyê ye.

Pirs:

1 - Kîjan rojê dibistan dest pê dike? Roja ______________________
2 - Navê roja li pey duşemiyê çi ye? __________________________
3 - Kîjan roj navenda hefteyê ye? __________________________
4 - Li pey çarşemiyê kîjan roj tê? __________________________
5 - Kîjan rojê dibistan tê girtin? __________________________
6 - Li pey îniyê kîjan roj tê? __________________________
7 - Navê roja berê duşemiyê çi ye? __________________________

Boş yerleri şu sözcüklerle doldurun. “ Berbang, beyanî, nava rojê, esir, êvar, şev, danê sibê, danê êvarê, danê şevê”


1 - Gava herder tarî dibe, em dibêjin êdî ________ e.
2 - Gava destê sibê sorahiya rojê xuya dike, dibe ___________ sibê.
3 _ Ji navenda rojê re __________ tê gotin.
4 - Li pey berbangê____________ tê.
5 - Ji ber êvarê re ________ jî tê gotin.
6 - Gava roj diçe ava dibe _________.
7 - Ji dema di navbera êvar û beyanî re ________________ têgotin.
8 - Navê dema di navbera berbang û navarojê _____________ ye.
9 - Ji nava rojê hetane roj diçe ava jî danê ______ ye.

   
Haksızlık önünde eğilmeyiniz. Çünkü haksızlıkla beraber şerefinizi de kaybedersiniz.
HZ. ALİ(R.A)

Çevrimdışı hamzali

  • hamzali
  • Grup YöNetiCi
  • UzMaN üye
  • *****
  • Üye Puanl +8/-3
  • Ayıpsız dost arayan, dostsuz kalır. **MEVLANA**
Ynt: Dersên Kurdî - Kürtçe eğitim
« Yanıtla #34 : 27 Şubat 2009, 00:13:26 »
Dersên Kurdî - Kürtçe Dersler - 36



Pêhînî 2

Aşağıdaki boş yerleri şu sözcükler le doldurun. “betirpêrar, pêrar, par, isal, saldin, sala din!

Mînak

Tu du sal berê li ku bûyî?
Ez ______________ li Kurdistanê bûm.
Ez pêrar li Kurdistanê bûm.
1- Tu sê sal berê çûbûyî ku?
Ez ______________çûbûm welat.
2 - Tu sala berê hatibûyî Newrozê?
Belê ez _____ hatibûm Newrozê.
3 - Tu sala pêşiya me dibî çendsalî?
Ez ___________ dibim 30 (sîh) salî.
4 - Tu yê vê havînê biçî welat?
Belê ezê ______ biçim welêt.

5 - Tu par ne sala berê par hatibû Ewropê? Belê ez ________ hatibûm Ewropê.

Pêhînî 3

Aşağıdaki boş yerleri şu sözcükler le doldurun. “betirpêr, pêr, duh, iro, sibe, dusibe, sêsibe”

Mînak:

Tu sê roj dûre diçî welêt, ne wilo?
Belê ez _________ diçim welêt.
Tu sê roj dûre diçî welêt, ne wilo?
Belê ez sêsibe diçim welêt.
1 - Tu sê roj berê li ku bûyî?
Ez _________ li Amedê bûm.
2 - Bavê te du roj berê hatibû, ne wisa? Belê, ew ______ hat.
3 - Ma mihricanê rojek berê destpêkir?
Belê, Mihricanê ___ destpêkir.
4 - Navê roja em tê de çi ye?
Navê roja em têde ______ ye.
5 - Mirov ji roja per îro tê re çi dibêje?
Mirov dibêje _______.
6 - Mirov ji roja li pey sibe tê re çi dibêje?
Mirov dibêje _______.

Aşağıdaki bulmacanın altında verilen türkçe sözcüklerin kürtçeleri sakıdır, onları bulun ve türkçe sözcüklerin yanına yazınız.

ocak ____________
cumartesi____________ üç yıl önce _______________
şubat ___________
pazar ____________
iki yıl önce ______________
mart ____________
pazartesi ____________
geçen sene ______________
nisan ____________
salı ____________
bu sene ______________
mayıs ____________
çarşamba ____________ gelecek yil ______________
haziran ___________
perşambe ____________ iki yıl sonra _____________
temmuz __________
cuma ______________
üç gün önce _____________
ağustos ___________
vardiya ______________ iki gün önce _____________
eylül ____________ şafak ______________ dün ____________
ekim ____________ sabah ______________ bugün _____________
kasım ____________ ikindi ______________ yarın _____________
aralık _____________ akşam _____________ öbür gün ____________
mevsim ___________ gece _____________ üç gün sonra ___________
ilkbahar ____________ imsak _____________ akşam yemeği___________
yaz mevsimi_________ kahvaltı altı _________ sabah yemeği___________
sonbahar ___________ öğle yemeği___________ birazcık ___________ kış ___________

__________________
Haksızlık önünde eğilmeyiniz. Çünkü haksızlıkla beraber şerefinizi de kaybedersiniz.
HZ. ALİ(R.A)

Çevrimdışı hamzali

  • hamzali
  • Grup YöNetiCi
  • UzMaN üye
  • *****
  • Üye Puanl +8/-3
  • Ayıpsız dost arayan, dostsuz kalır. **MEVLANA**
Ynt: Dersên Kurdî - Kürtçe eğitim
« Yanıtla #35 : 27 Şubat 2009, 00:14:23 »
Dersên Kurdî - Kürtçe Dersler - 37


Ketine ser masê

Çar û pênc û şeş
Rêzbûne wek keleş

Heft û heşt û neh
Tenê hîştine deh

Yazdeh, dazdeh, sêzdeh
Du, sê, çar zêde ne ji neh

Çardeh, pazdeh, şazdeh
Ev in hêjmarên bingeh

Hivdeh, hijdeh, nozdeh
Vedikin pace û dergeh

Bi deh û bîst û sîh
Bijmêre bizin û mîh

Bi çil û pêncî û şêst
Ew tirsa we şikest

Heftê û heştê û nod
Wek gurzan têke lod

Sed, dused û sêsed
Bijmêr, nede wan firsed

Çarsed, pêncsed, şeşsed
Çi hêjmarên qure û bed

Hevsed, heşsed, nesed
Wek paşayên Med.

Hezar û sedhezar
Li bêrîkan dibin bar

Mîlyon û milyaran
Bavêjin binê kewaran!

1 yek
2 du (dudu)
3 sê (sisê)
4 çar
5 pênc
6 şeş
7 heft
8 heyşt
9 neh
10 deh
11 yazdeh
12 dazdeh (diwazdeh)
13 sêzdeh
14 çardeh
15 pazdeh
16 şazdeh
17 hevdeh
18 hîjdeh
19 nozdeh
20 bîst
21 bîst û yek
23 bîst û sê .....
30 sî /sîh
34 sîh û çar
40 çil
45 çil û pênc
50 pêncî
56 pênceh û şeş
60 şêst
67 şêst û heft
70 heftê
80 heştê
90 nod
100 sed
200 dused
300 sêsed
400 çarsed
402 çarsed û du
974 nehsed û heftê û çar.
1000 hezar
2000 duhezar
3004 sêhezar
5706 Pênchezar û heftsed û şeş
10 000 dehhezar
10 10 9 Dehhezar û sed û neh
100 000 sedhezar
1 000 000 milyonek

peyvên din =diğer sözcükler

rêzbûn : dizilmek
keleş : yiğit, pehlivan
zêde : + , fazla
hejmar : rakam, sayi
bingeh : temel, taban
pace : pencere, açılım
dergeh : büyük kapı,
gurz : bağ, ot bağı
lod /dêz : yığın, ot yığını
bed : yüksek bir formda,
bêrîk : cep; pantol / ceket cebi
Şu hesapların yazılı cevabını yazınız.
Dikkatinize ; kürtçede + (artı)ya
“zêde”, =(eşite) de “yeksan” denir.
Sê + çar = ___________
heft + pênc = ___________
heşt + neh = ___________
heft + neh = ___________
şeş + pênc =____________
heşt + deh = ____________
pênc + heşt = ____________
hevdeh + heşt = _________________
pazdeh +neh = _________________
şazdeh + hîjdeh = _________________
heft + nozdeh = _________________
heft + sêzdeh +şeş = _____________________
neh + dazdeh + heşt = _____________________
hijdeh + bist + du
= _____________________
heftê û neh + heştê û şeş = ___________________________
çil û heşt + nod û heşt = ___________________________
pêncî û çar + hevdeh + çil = ___________________________
sêsed û pêncî û du + heftsed û çil û yek = ____________________________
nehsed û nod û neh + çarsed û çil û çar = ____________________________
heştsed û bist û neh + dused û sîh û neh = ____________________________

Şu rakamları yazı ile yazın.

3864 =_________________________________________________ __
6954 = __________________________________________________ _
4585 = __________________________________________________ __
9469 = __________________________________________________ __
3628 = __________________________________________________ __
23097 = __________________________________________________ __
74936 = __________________________________________________ __
549606 = __________________________________________________ __
659362 = __________________________________________________ __
956040 =_________________________________________________ ___
Haksızlık önünde eğilmeyiniz. Çünkü haksızlıkla beraber şerefinizi de kaybedersiniz.
HZ. ALİ(R.A)

Çevrimdışı hamzali

  • hamzali
  • Grup YöNetiCi
  • UzMaN üye
  • *****
  • Üye Puanl +8/-3
  • Ayıpsız dost arayan, dostsuz kalır. **MEVLANA**
Ynt: Dersên Kurdî - Kürtçe eğitim
« Yanıtla #36 : 27 Şubat 2009, 00:15:22 »
Dersên Kurdî - Kürtçe Dersler - 38



Aşağıdaki rakamların yazılışları bulmacada saklıdır, onları bulun ve rakamların karşısına yazın.

1 _______ 2_______3 _________ 4 _________ 5 _______ 6 ______

7 _________ 8 _________ 9 _______ 10 ______ 11 _________

12 ___________ 13 _________ 14 __________ 15 ___________

16 ___________ 17 __________ 18 __________ 19 ___________

20 ___________ 30 __________ 40 __________ 50 ___________

60 ____________ 70 __________ 80 ___________ 90 ____________

25 __________________33 ___________________ 46 ___________________

100 __________ 200 ____________300 ___________ 400 ____________

500 _________600 ___________700 ___________800 ____________

900 __________1000 __________ 40 000 ________________

1 000 000 _____________

Helbesta paran

Em dudu nin, ez û kirîv
Emê sêva sor têkin şîv
Ji me her yek bixwe nîv
Nîvê min û nîvê kirîv

Em çar in li bin konê belek
Me sêv kir çar parên xelek
Ji me her yekî re ket çaryek
Min got; “çaryek,” te got; “çeyrek”

Em pênc in li malek
Me heye tenê sêvek
Me par kir her yek pariyek
Yanê tenê ji pêncan yek.

Sed kes li mêrgê ye
Tenê nanekî heye
Ma sedî yek besê wana ye
Ev wek çîroka dîna ye!

par : pay, hak
helbesta paran : pay şiiri
kirîv : kirve (bu da kürtçe bir sözcük)
ji me her yek : bizden her biri
nîv : yarım
konê belek : alacalı göçebe çadırı
xelek : çember (bu da irani/ kürtçe)
çaryek : çeyrek (çaryekin bozulmuş biçimi)
pariyek : birazcık
ji pêncan yek : beşte bir
ji dehan yek : onda bir.
ji çil û şeşan yek : kırk altıda bir
mêrg : çayır
ji sedî yek : yüzde bir
çîrok : öykü, hikaye
çîroka dînan : delilerin öyküsü
Haksızlık önünde eğilmeyiniz. Çünkü haksızlıkla beraber şerefinizi de kaybedersiniz.
HZ. ALİ(R.A)

Çevrimdışı hamzali

  • hamzali
  • Grup YöNetiCi
  • UzMaN üye
  • *****
  • Üye Puanl +8/-3
  • Ayıpsız dost arayan, dostsuz kalır. **MEVLANA**
Ynt: Dersên Kurdî - Kürtçe eğitim
« Yanıtla #37 : 27 Şubat 2009, 00:16:26 »
Dersên Kurdî - Kürtçe Dersler - 39



Wane 22 Dem û kat


Kato berê li saeta xwe dinêre, li pey li bilindahiya rojê dinêre, dû re jî vedigere û siya xwe bi lingan dijmêre. Siya wî du ling bû, wî cardin li saeta xwe nêrî, saet dazdeh û nîv bû. Xaskarê li wî sêr dikir. Ev tevgera Kato wek nûgerî li ser dilê Xaskarê rûniştibû. Ji wê bi nûgerî jê pirsî:

X - Kato ew çi ye tu wer dikî? Tu geh li saeta xwe dinêrî, geh li rojê û li pey jî siya xwe bi lingan dipîvî? K - Demên berê saet tinebûye, wan ji bo demê siya xwe wek pîvan bi kar anîne. Ez jî herduwan didim ber hev. X - Tu û Pelda hûn mirovên taybetî ne! Wê jî darekî kiribû navbera tiliya beranokê û destê xwe, siya darê wek pîvan bi kar dianî! Hûnê bibin zanyarên mezin! K - Tu wan cîh bihêle, saeta te çend e? X - Ji yekî re çeyrek dixwaze! Lê li bame nabêjin; “saet çend e?” Dibêjin; “saet çi ye? K - Belê herdu pirs jî tên bikaranîn, li ba me dibêjin; “ji yekî re çeyrek heye?” X - “Heye, dixwaze!” herdu jî yek in. Bê wê mirov dikane bibêje, ji sêzdan re çeyrek heye. K - Lê gava ji duduyan bist derbas be, tu çi dibêjî? X - Ez jî wekî te dibêjim. Lê mirov dikane ji çardan bîst derbas dibe, yan jî dibuhure bibêje. K - Ango li ba we dibêjin, saet ji çardan bîst dibuhure. X - Gundiyên cîwan dibêjin; “ ji duduyan bîst derbas dibe!” Lê kal dibêjin; “dibuhure!” K - Min bibexşîne, saet di dudu û nîvan de Jivana min heye, divê ez biçim! X - “Jivan” tê wateya “randevu ango termînê” ne wisa? K - Belê, bi kurdî ji “termînê” re “Jivan” dibêjin. X - Jivana min jî di nozdeh û bîst û pêncan de heye. Hûn ji deqîqe û saniyê re çi dibêjin. K - Deqîqe û saniye naguherin. Lê mirov dikane ji bo deqîqê “kêlî” jî bibêje! X - Kurdên Soran “katjimêr,” hin kurmanc jî “demjimêr” dibêjin ne wisa? K - Belê lê herî zêde peyva “saet” rûniştiye. De bi xatirê te, ezê dereng bikevim. X - Ji te re oxir be!

Wateya peyvan = Sözcüklerin anlamı: Bilindahî :yükseklik Du ling (nig) û nîv : ikibuçuk ayak Saet dazdeh û nîv bû. : saat 12,30 idi Sî : gölge Tevger : hereket Nûgerî / mereq : merak Pîvandin : ölçmek Pîvan : ölçü Bikaranîn / bikarhênan : kullanmak Herduwan /herduyan : ikisini, her ikisini Taybetî : özel, farklı özellik gösteren Tilî : parmak Tiliya beranokê : baş parmak Zanyar : bilgin Saet çend e? : Saat kaç? Saeta te çend e? : Saatin kaç? Çarek / çeyrek : çeyrek / dörtte bir Ji yekî re çeyrek dixwaze. : bire çeyrek var (istiyor) Ji yekî re çeyrek heye. : bire çeyrek var. Ji sêzdan re çeyrek heye. : Onüçe çeyrek var Saet çi ye? : saat kaç ? Ji duduyan bîst derbas be! : ikiyi yirmi geçerse Ji duduyan bîst derbas dibe! : ikiyi yirmi geçiyor. Ji çardan bîst dibuhure : 14,20 geçiyor. Jivan : termin Saet di çendan de? : Saat kaçta? Saet di dudu û nîvan de. : Saat iki buçukta Deqiqe /kêlî : dakika Katjimêr / demjimêr : saat Bi xatirê te : hoşça kal De bi xatirê te. : haydî hoşça kal. Oxir be : uğurlar olsun. Nîvê şevê : Gece yarısı / saat 24 00 te Tu kengê diçî? : Ne zaman gideceksin? Ew çi wextê tê? : O ne zaman gelecek? Saeta destan : kol saatı Saeta dîwar : duvar saatı Saeta bangê : çalar saat
Haksızlık önünde eğilmeyiniz. Çünkü haksızlıkla beraber şerefinizi de kaybedersiniz.
HZ. ALİ(R.A)

Çevrimdışı hamzali

  • hamzali
  • Grup YöNetiCi
  • UzMaN üye
  • *****
  • Üye Puanl +8/-3
  • Ayıpsız dost arayan, dostsuz kalır. **MEVLANA**
Ynt: Dersên Kurdî - Kürtçe eğitim
« Yanıtla #38 : 27 Şubat 2009, 00:17:46 »
Dersên Kurdî - Kürtçe Dersler - 40


Wane 23 - Navên parên laş


Berfîn nexweş e. Serî, ling, wesle, zik, sîng, dil, kezev, pişik, yanê bi kurtî her derê wê dêşe. Çavên wê ji ber êşa serî venabe. Bi tevê birayê xwe Sîpan rabû û çû doxtor. Doxtor ji Berfînê pirsî D - Kudera te diêşe? B - Her derê min diêşe bijîşkê delal. Doxtor destê xwe da pişta Berfînê, Berfîn qêriya: - Ayîîî dêşe! Doxtor destê xwe da zikê wê û hinek dewisand, Berfîn dîsa qêriya! - Ayîîî dêşe! Doxtor pîlê wê rakir, lê Berfîn dîsa qêriya! - Ayîîî dêşe! Doxtor piçek jî serê wê guvaşt, Berfîn dîsa qêriya. - Ayîîî dêşe! Doxtor keniya û got: - Berfîn metirse, tiştekî te tine. Te tenê serma girtiye û tu bi zekemê ketiyî. Ez ji te re hin dermanan dinivîsim. Here têkeve nav nivînan, dermanê xwe bigire. Çaya pûngê vexwe, bila ji te re şorba kardiyê çêkin wê bixwe. Berfînê got: - Heke tenê serma ye, çima her derê min dêşe? - Bi te wer tê, tenê ji ber bandora zekemê wer xuya dike. Hîç metirse! Berfîn hat mal, serê xwe pêça, pişta xwe girêda, gorên qalind kir lingê xwe û ket nav nivînan. Gava roja din ji xewê rabû, destê xwe da pişta xwe, pişt nedêşiya, serê wê jî xweş bûbû, tenê qurequra mede wê bû. Fêm kir ku birçî bûye. Berê ket serşoyê bi destê biçûk ser û çavên xwe şûşt, tiliyên zirav wekî şeyê seriyan di nav porê xwe re kir, pişta xwe û çîpên xwe krem kir, berê kincên xwe li xwe kir, paşê jî hat taştê xwar.
Haksızlık önünde eğilmeyiniz. Çünkü haksızlıkla beraber şerefinizi de kaybedersiniz.
HZ. ALİ(R.A)

Çevrimdışı hamzali

  • hamzali
  • Grup YöNetiCi
  • UzMaN üye
  • *****
  • Üye Puanl +8/-3
  • Ayıpsız dost arayan, dostsuz kalır. **MEVLANA**
Ynt: Dersên Kurdî - Kürtçe eğitim
« Yanıtla #39 : 27 Şubat 2009, 00:18:38 »
Dersên Kurdî - Kürtçe Dersler - 41


Kafa ile ilgili diger sözcükler:

gep : yanak,
gamze : gamze
rû /dêm : yüz
palikê çav : göz kapağı
bîbik : göz bebeği
reşika çav : iris
kevçîka guh : kulak kepçesî
nermika guh : kulak kepçesinin yumuşak yeri
ziman : dil
diran /didan : diş
ezmanê dev : üst damak
pidî : diş etleri
tûk : tükrük


neynuk /nenuk : tırnak
zend : bilek
gulmiş/gurm : yumruk
gurçika dest : elin alt kısmındaki etli yumuşak yer
Haksızlık önünde eğilmeyiniz. Çünkü haksızlıkla beraber şerefinizi de kaybedersiniz.
HZ. ALİ(R.A)